Kurde

Kurde

Il y a 43 produits.

Affichage 37-43 de 43 article(s)

Filtres actifs

Kurdên Yarsan
• Rupture de stock

Kurdên Yarsan

Lêkolîna Shahab Vali "Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)" di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.
Shahab Vali di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: "Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.

Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.

Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin." Shahab Vali  di vê xebatê de kurdên yarsan bîrûbaweriyeke nepenî a Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.

Prix 15,00 €
Zaroka şevê

Zaroka şevê

Zaroka şevê

Jack London di sala 1876'an de li San Fransiscoyê hatiye dinyayê. Zaroktiya wî di nava feqîrtiyê de, lê bi xebat û berxwedanê ve tijî derbas bûye. Ew cara pêşî di 17 salîya xwe de çirokeke xwe belav dike û ew çirok jî wî dikişîne cîhana nivîskariyê. Jê pê ve London bê westan dinivîsîne. Ew di temenekî çil salane de nêzikî 50 pirtûkî dinivîsîne. Hinek ji pirtûkên wî yên naskirî ev in: "Pahniya Hcsinî"1907, "Martin Eden" 1909, "Qêrîna Wahşetê" 1903, "Berî Adem" 1906, Şampiyon, Geliyê Heyvê, Berxwedan, Kûçikê Sîrkê û hwd.

Weşanxaneya me vê pirrûka ku berê du çîrokên wê "Xwêdana Eniyê" û "Yê Meksîkî" di kovara NÛDEMê de hatibûn weşandin, bi serbilindî pêşkêşî xwendevanên kurd dike.

Prix 6,00 €
Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de

Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de

Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fît-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav dike.

Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.

Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye.

Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.

Prix 15,00 €
Siwarên êşê

Siwarên êşê

Siwarên Êşê

Mehînê bi hêsanî hefsar ji destê wî distand û mîna stêrika ku birije. wê xwe bi ser  milê asmanên fireh de xwar dikir û dûr diçû. Ferzend û mehînê goristanên bêhejmar li dû xwe dihiştin, serdemên malwêraniyan ji bîr  dikirin, bi hev re diçûn warê jînê, roj û şevên evînê. Ferzend kavil û demên xwînxwara û bêhna mirinê li paş xwe dihişt: Di wan şevên dirêj de, wî qesir di serê xwe de xweştir dikir, rengareng dikir, wek bûkekê dixemiland, bi  destê wê digirt, dibir bal xwe û ew li kêleka  xwe li ser ciyan dirêj dikir. Ew dibû Ferhadê  evîndar, ji Şîrîna xwe re qesrek berz ji dax-waziyan saz dikir, ew dibû Mêm û bi agirê nava xwe şevên hovîtiyê dikirin rojên hêviyê  û govendên rindiyê. Paşê, wî xwe berdida  hundirê wê û xwe di dalan û eywanên pir de bi kêfxweşiya mest û aşiqan winda dikir.

Prix 7,00 €
Ev çiya rûspî ne

Ev çiya rûspî ne

Ev çiya rûspî ne

Arjen Arî

Avesta

Arjen Arî - Di sala 1956'an de li herêma Omeriye li gundê Çak hatiye dinyayê. Di 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbtkrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara pêşî di kovara Tîrêjê de şiîrên wî weşiyan. Di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de şiîrên wî weşiyan. Di sala 1992'an de li Nisêbînê birîndar bû, ji mirinê filitî. Ji hingê ve li Diyarbekrê dijî. Kitêba wî ya yekemîn di sala 2000'î de (Ramûsan min veşartin li geliyekî) çap bû.

Prix 6,00 €