Siwarên êşê
Auteur: Fawaz Husên
Siwarên Êşê
Mehînê bi hêsanî hefsar ji destê wî distand û mîna stêrika ku birije. wê xwe bi ser milê asmanên fireh de xwar dikir û dûr diçû. Ferzend û mehînê goristanên bêhejmar li dû xwe dihiştin, serdemên malwêraniyan ji bîr dikirin, bi hev re diçûn warê jînê, roj û şevên evînê. Ferzend kavil û demên xwînxwara û bêhna mirinê li paş xwe dihişt: Di wan şevên dirêj de, wî qesir di serê xwe de xweştir dikir, rengareng dikir, wek bûkekê dixemiland, bi destê wê digirt, dibir bal xwe û ew li kêleka xwe li ser ciyan dirêj dikir. Ew dibû Ferhadê evîndar, ji Şîrîna xwe re qesrek berz ji dax-waziyan saz dikir, ew dibû Mêm û bi agirê nava xwe şevên hovîtiyê dikirin rojên hêviyê û govendên rindiyê. Paşê, wî xwe berdida hundirê wê û xwe di dalan û eywanên pir de bi kêfxweşiya mest û aşiqan winda dikir.
-
Hauteur12cm
-
Largeur19cm
-
Profondeur1cm
-
Poids146gr
-
Nombre de pages111
Vos paiements 100% sécurisés
La sécurité du transport des données cartes est assurée par un cryptage SSL
Commentaires (0)
Votre avis ne peut pas être envoyé
Signaler le commentaire
Signalement envoyé
Votre signalement ne peut pas être envoyé