Ronak - Dîwan 4, Cegerxwîn

"Di dinyayê de hertişt gora şrûtên dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedari wî bû. Ew nêzîkî dused sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me ani ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derket, dengê wî bû dengê gel...

"Şiêrên Cegerxwîn, îro li çar alî Kurdistanê di bajar û gundan da, di kom û mezran da di dest miellîman û melan, di dest mezin û xort û zarokan da ne. Raman û daxwazên wî bi vi awayî rû û can digrin, xurt dibin û di riya azadiya gel da rolek mezin dilîzin."

Kemal Burkay

Prix
10,00 €