PAN - Knut Hamsun

8,00 €
Quantité
Disponible

  Vos paiements 100% sécurisés

La sécurité du transport des données cartes est assurée par un cryptage SSL

Knut Hamsun, di 4'ê tebaxa 1859’an de, li bajarê Lomê tê dunyayê. Dema ku malbata wî koç dike Bakurê Norwecê, ew hê 4 salî ye. Ji ber neçartiya malbatê. ew li ba apê xwe mezin dibe. Sala 1888’ê demeke nû ye ji bo Knut Hamsun. Romana wî ya bi navê Birçî di vê salê de derdikeve û di dinya lîteratûrê de dengekî nûjen derdixe. Piştî vê di demeke kurt de romanên Nepenî û Pan derdikevin. Di sala 1898’ê de Vîktoriya derdikeve.

Di 1920’î de bi romana Markens Grode Knut Hamsun xelata lîteraturê digire. Îcar jîyaneke nû heye, ew mirovên kûvî yên daristanan, motîvên romantîka mezin ên mirovê xwezayê di şiklên nû de ne. Knut Hamsun hetanî mirina xwe (1952) jî li nêzikî bajarê Grîmstadê, dijî. Di vê romanê de jî Knut Hamsun bi şêweyekî hestdar hewl dide ku peywendîyên di navbera mirov û xweristê de û rota xweristê di peydakirina çareseriyan de bo asteng û têkçûnên derûnî yên mirovan ronî bike.

Pan

Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû.

Fiche technique

Hauteur
21cm
Largeur
14cm
Profondeur
1cm
Poids
220gr
Nombre de pages
159

Références spécifiques