Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de

15,00 €
Quantité
Disponible

  Vos paiements 100% sécurisés

La sécurité du transport des données cartes est assurée par un cryptage SSL

Beşên li ser kurdan ên “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku yek ji berhemên herî girîng ê tarîxa îslamê ye ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hate wergerandin û amadekirin û bi navê “El-Kamil fît-Tarîx (Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de) derket. Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîx û seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h.555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav dike.

Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.

Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye.

Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.

Fiche technique

Hauteur
21cm
Largeur
13cm
Profondeur
3cm
Poids
452
Nombre de pages
486
ISBN 13
9786052246047

Références spécifiques