• Rupture de stock

Kurdên Yarsan

15,00 €
Quantité
Rupture de stock

  Vos paiements 100% sécurisés

La sécurité du transport des données cartes est assurée par un cryptage SSL

Lêkolîna Shahab Vali "Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)" di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.
Shahab Vali di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: "Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên master û doktorayê jî her wiha.

Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.

Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin." Shahab Vali  di vê xebatê de kurdên yarsan bîrûbaweriyeke nepenî a Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.

Fiche technique

Hauteur
21,5cm
Largeur
13,5cm
Profondeur
1cm
Poids
434gr
Nombre de pages
464
ISBN 13
978-6052246009

Références spécifiques