6name - Rojan Hazım
6name
Berhemên çand û edebî yên bi naverokên xwe têr û tijî, mesaj û heyecaneke têkoşerî û têr hêvî didin mirov û gel. Bi vê yekê kar û xebatên çand, edebî û pîşeyî xizmeta têgihandin, pêşveçûn û serketina gel dikin.
Ji duhî heta îro bûyerên bi serê gelé me han bûyne hevîrê hûnandina berhemên çand û edebî. Zengînîya di vî warî da ji alîyekê bi jîyana gelê me ve girêdayî ye. Ev jîyane bûye bingeha edebîyata devkî. Edebîyata devkî hem têkoşerî, hêvî û heyecanek xurt daye gel hem jî bûye stûneke qaîm ya edebîyata nivîskî. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bêje ku edebiyata devkî hem bûye xîm û xwûna jîyandina çand û edebî û hem jî bûye çeperekî berfireh û xurt li dijî helandin û têkbirina gelé Kurd... Em sedsalên navînî û hetta destpêka vê sedsalê danin alîyekê her berî bîst-sih sale jî hejmara qelemdestên me nedigihişte hejmara ducarî tilîyên herdu desta. Lawazîya di vî warî da xwe di timamî jîyana gelé me ya çandî, edebî, civakî û polîtîk da rû dida. Helbet di rewşek wisa da rol û girîngîya edebîyata devkî mezintir dibû...
Lê belê, îro di hemû baskên jîyana gelê me da pêşveçûnek xûya dike. Taybetî di van deh-pazdeh salên dawî da digel jîyana çandî, edebî û pîşeyî di warê ramyarî da jî pêşketinek berbiçav tête dîtin. Helbet pêşketina bi giştî jîyana çandî, edebî û ramyarî tesîreke pozîtîv li bizava rizgarîya gel û welat jî dike û ev yeke enîya berxwedana gel fireh, gel û xurt dike.
-
Hauteur20cm
-
Largeur13cm
-
Profondeur0.4cm
-
Poids120gr
-
Nombre de pages93
Vos paiements 100% sécurisés
La sécurité du transport des données cartes est assurée par un cryptage SSL
Commentaires (0)
Votre avis ne peut pas être envoyé
Signaler le commentaire
Signalement envoyé
Votre signalement ne peut pas être envoyé